HêzaDeryayî ya Sipahê Pasdarên Îranê: Em ê bersiva her gefekê bi tundî bidin
Fermandê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê got: Ev hêz bi palpiştiya şiyanên zanistî û hêza pisporên navxweyî, îro gihîştiye qonaxeke hêzê ku dê bersiva her gefekê bi tundî bide.
Serdar Sertîp Elîriza Tensîrî, Fermandê Hêza Deryayî ya Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê, bal kişande ser rola vê hêzê di dabînkirina ewlehiya navçê û tekez kir: Îro êdî em bi ti hêzeke bîyanî ve girêdayî ninin û hêza deryayî ya Sipahê Pasdaran bi piştgîriya kompanyayên zanyarî yên welêt, li rêya îqtidarê pêngavan radike.
Vê dawiyê di merasima tevlîbûna gemiya Şehîd ReîsElî Dilwarî û gemiyên nû yên mûşekavêjê yên Sipahê Pasdaran li bajarê Bender Ebasê, gemiya bilez a nû ya hêzên pasdaran hate nimandin. Gemiya Hêydar 110 ya hêza deryayî ya Sipahê bi leza 110 nat şiyana avêtina mûşekên Kruzê heye.