Îran goriyê terorîzm û boykotên neqanûnî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i353531-Îran_goriyê_terorîzm_û_boykotên_neqanûnî_ye
Wezîrê karên derve yê Îranê di axaftina xwe li Konseya Mafên Mirovan a NY de tekez kir : Di dehekên derbasbûyî de Îran rûbirûyê kêşeyên curbicur ji wan terorîzm û boykotên neqanûnî bûye.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Sibat 24, 2025 14:32 Asia/Tehran
  • Îran goriyê terorîzm û boykotên neqanûnî ye

Wezîrê karên derve yê Îranê di axaftina xwe li Konseya Mafên Mirovan a NY de tekez kir : Di dehekên derbasbûyî de Îran rûbirûyê kêşeyên curbicur ji wan terorîzm û boykotên neqanûnî bûye.

Seyîd Ebas Eraqçî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê ku li Jinêvê ye, di civîna Konseya Mafên Mirovan a NY de tekez kir: Di dehekên derbasbûyî de  Îran rûbirûyê kêşeyên curbicur ji wan terorîzm û boykotên  neqanûnî bûye.

Eraqçî ji civaka navneteweyî xwest ku Rejîma Siyonîstî  wek berpirsê cinayetên dijî filistîniyan  bide nasandin û rê li ber berdewamiya tundiyê li dijî filistîniyan bigirin.