Wezîrê karên derve yê Îranê: Yemenê roleke wê giring di serketina gel û berxwedana Filistînê de hebû
Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê li hevdîtina digel berdevk û serokê şanda muzakerê ya Hikûmeta Rizgarîya Neteweyî ya Yemenê got: Piştgiriya Yemenê roleke wê giring di serketina gel û berxwedan Filistînê û sepandina agirbesê li ser Rêjîma Siyonîst de hebû.
Seyîd Ebas Eraqçî îro di dewama hevdîtinên xwe li kêleka konferansa Oqyanûsa Hindê li Umanê li gel Mihemed Ebdulselam, berdevk û serokê şanda muzakireyê ya hikûmeta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê hevdîtin pêk anî.
Wezîrê karên derve yê Îranê li vê hevdîtinê pesna hevgirtina bi rûmet a hikûmet û gelê Yemenê bi gelê mezlûm ê Filistînê li hemberî dagîrkerî û jînosayda Rejîma Siyonîst li Xezzeyê da û ser helwesta bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê li piştgiriya ji yekparçeyiya axa Yemenê û serweriya neteweyî ya Yemenê tekez kir û got: Îstiqrar û ewlehî li Yemenê roleke wê giring li ewlehî û îstiqrara mayînde li hemû navçeyê da heye.
Berdevkê û serokê şanda muzakerekar a hikûmeta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê her wiha sipasiya piştgiriya siyasî û menewî ya Komara Îslamî ya Îranê ji hikûmet û gelê Yemenê li hemberî destdirêjiyên dijminan kir.