Îran: Ti kes nikare derbarê paşeroja Xezzeyê biryaran bide
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê li dijî plana Donald Trump Serokkomarê Amerîkayê ya derbarê Zîvala Xezzeyê derket.
Îsmaîl Beqayî, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê di civîna xwe ya çapemeniyê de wek berteka li himberî gotinên Trump derheq koçberkirina şêniyên Xezzeyê got: Ji xeynî filistîniyan tu kes an jî komek nikare derbarê pêşeroja Xezzeyê biaxive. Wî derbarê cinayetên rêjîmê li rexê rojava got:Tevî agirbesa li Xezzeyê li Rexê Rojava cinayet û kuştin berdewam dikin.
Beqayî derbarê alûgurên li Sûriyê got: Rayedarên pilebilind ên Îranê ragihandin, her hikûmeteke ku gelê Sûriyê piştgiriya wê bike, emê jî piştgiriya wê bikin. Em hêvîdar in ku di qonaxa veguhêz de hikûmetek berfireh ku nûneratiya hemû pêkhateyên Sûriyê bike, pêk were.
Beqayî derbarê hebûna hêzên derve li navçeyê jî, got:Em hebûna hêzên derve li navçeyê ji bo istiqrara navçeyê baş nabînin.