Hevhatina Îranê û sê welatên ewrûpî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i352934-hevhatina_Îranê_û_sê_welatên_ewrûpî
Alîkarê hiqûqî yê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê basa hevhatina di navbera Îranê û sê welatên ewrûpî bona ji nû ve destpêkirina muzakireyên ji bo ji holêrakiirna boykotan kir.
(last modified 2025-01-14T11:59:35+00:00 )
Çile 14, 2025 11:46 Asia/Tehran
  • Hevhatina Îranê û sê welatên ewrûpî

Alîkarê hiqûqî yê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê basa hevhatina di navbera Îranê û sê welatên ewrûpî bona ji nû ve destpêkirina muzakireyên ji bo ji holêrakiirna boykotan kir.

Kazim Xerîbabadî, di tora civakî ya X`ê de nivîsî: Dewra sêyan a gotûbêjên di navbera Îranê û sê welatên ewrûpî de li Jênêwê hate lidarxistin. Ev gotûbêj, cidî, webirr û kêtrhatî bûn. Ji bilî ku hin hûrgîlî hatin gotûbêjkirin, hin fikirên ku di du warên ji holêrakirina boykotan û mijarên navokî de bona gihîştina li hevhatinekê pêwîst in, hatin hilkolandin. Ev nihêrîna hevpar hebû ku divê muzakire ji nû ve destpê bibin û bona gihîştina li hevhatinekê divê şertûmercên guncaw ji hêla hemû aliyan ve pêk were û were parastin û hat lihevkiirna ku gotûbêj berdewam bin.