Îranê tawanên Rejîma Siyonîst red kirin
Balyoz û nûnerê hertimî yê Komara îslamiya Îranê li NY ragihand, tawanên destwerdana Îranê li Deryaya Sor, îdiayên bêbingeh zanî ku ji bo girankirina kêşeyan û pêkanîna behaneyek ji bo bê istiqrariya zêdetir a nevçê ji aliyê Amerîkayê û hevgirtiyên wê, hatine raberkirin.
Emîr Seîd Îrewanî, balyoz û nûnerê hertimî yê Komara Îslamiya îranê li NY wek bersiva li hember tawannên Amerîka û Îngilîsê li dijî Îranê ku bi handana nûnerê Îsraîlê di civîna Konseya Ewlehiyê ya NY pêk hat, di nameyekî ji bo sersekreterê NY û serokê Konseya Ewlehiyê da nivîsî, helwêsta Îranê li hember Yemenê hertim misoger û mayinde ye.
Îrewanî herwiha nivîsî, ji dema destpêbûna qeyrana Yemenê di sala 2015`an de, Îranê piştgîrî daye rêçareyeka siyasî a ji bo çareserkirina kêşeyê û daxwaza agirbesa giştalî, gotûbêjên giştalî û pêvajoya aştiyane dike ku rêzê li desthilatdarî û yekperçetiya axê ya Yemenê digire.
Dîplomatê payebilind ê Îranê pêgîrî kir li bara rewşa Deryaya Sor, Îran careka din li ser sozdariya xwe ji bo dabînkirina ewlehiya gemîvaniya navnetewî pêgîrî dike.
Îrewanî destnîşan kir tawanên pûç ên ku ji aliyê nûnerê Rejîam Siyonîst ve raber bûne û hevgirtiyê wê yê herî nêzîk yanî Amerîka jî piştgîrî dayê, hewldaneka aşkera ji bo danîna berpirsyariya kiryarên neqanûnî û çalakiyên xwe yên xirabkir ser milê Îranê ye. Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li NY pêgîrî kir eva rejîma dijmin a siyonîst e ku hertim siyaseta handan û çalakiyên bê ewlehkir dişopîne û gefeka cidî ji bo aştî û ewlehiya navçeyî û dervenavçeyî tê hesêb ne ku Îran.