Kanûn 30, 2024 20:26 Asia/Tehran

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê îro di civîna rojnamevaniyê ya hevpar bi wezîrê derve yê Umanê li Tehranê bal kişand ser vê yekê ku komîsyona hevpar a Îran û Umanê, meha tê dê li Mesqetê were lidarxistin û got: Sefera Wezîrê Karên derve yê Umanê bo Tehranê di wextê xwe de bû.

Seyîd Ebas Eraqçî got ku asta  bazirganiya navbera Îran û Umanê di sala 1402an de pêka sala 2019an sê  beramber bûye.

 Wî her wiha got:  Asta bazirganiya navbera Îran û Umanê par 2.5 milyar dolar bû.Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got:  Peywendiyên Îran û Umanê di warên curbicur ên siyasî, aborî û çandî de di halê berfirehbûnê ne û me  rawêjkariyên berdewam bi hev re hebûne. 

Eraqçî  her wiha di  bersiva vê pirsê de ku gelo wezîrê derve yê Umanê di sefera xwe ya bo Tehranê de  hilgirê peyama welatekî sêyem wek mînak  Amerîka bo Îranê bûye yan na? got: Hikûmeta Umanê hertim amade bûye ku  alîkariya peywendiyên Îranê bi hinek welatan re bûye û di demên  ku pêwîst bûye, danûstandin  pêk hatiye.

Eraqçî  her wiha got: Li rawêjkariyên  îro de  me derbarê mijarên navçeyî ji wan hewcetiya rawestandina cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê û kiryara vê rejîmê li dagîrkirina beşeke berfireh a Sûriyê û êrişên berfireh ên wê ser binesaziyên Sûriyê de  gotûbêj kir û em ser vê mijarê tekez dikin ku divê êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê di zûtirîn dem de bi dawî bibin.

Wezîrê Derve yê Îranê got ku em daxwaza aşitiyê bo Sûriyê dikin.

Wezîrê Derve yê Umanê jî di vê civîna rojnamevanî de got: Di sefera xwe ya Tehranê de, min ji aliyê Sultanê Omanê ve peyamek nivîskî  jibo birêz Pizişkiyan heye. Ev peyam di çarçoveya berdewamiya  rawêjkariyên di navbera her du welatan de û berdewamiya tekezî li ser berfirehkirina peywendiyên di navbera her du welatan de ye.

Wî her wiha got: Di hevdîtina  di gel birêz Eraqçî de tekezî ser berfirekirina peywendîyên di navbera her du welatan û berdewamkirina  rawêjkariyên derbarê meselên navçeyê û navneteweyî hat kirin.

Serepeyv