Kanûn 23, 2024 18:03 Asia/Tehran
  • Îran: Peywendiya me bi tevgera desthilatdar li Sûriyê ra tine

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Em ji mêjve bi liv û tevgerên dijber li Sûriyê re di nava têkiliyê de bûn û me got ku ketina Îranê nav Sûriyê ji bo girtina pêşiya pêşveçûna DAIŞê û belavbûna terorîzmê bo welatên navçeyê bû lê tu têkiliyeke me rasterast bi tevgera desthilatdar li Sûriyê ra tine.

Îsmaîl Beqayî karûbarên navxweyî yên Sûriyê girêdayî xelkê vî welatî da zanîn û diyar kir:Destwerdanên Amerîkayê di nav karûbarên  welatên din de ji bilî bêewlehiyê tu encamek wê din tinebûye.Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê  her wiha derbarê rakirina xelata Amerîkayê ya ji bo girtina Ebû Mihemed El-Colanî, fermandê koma çekdar a Heyet Tehrîr El-Şam de got:Tecrûbê nîşan daye ku terorîsm  û lîsta îdiakirî ya Amerîkayê di vî warî de  emrazek ji bo bidestxistina armancên Koşka Spî bûye, Kiryara  ku  ji babeta hiqûqê tu erzişa  wê tine  û bi tenê nîşana pîvana newekhev a Waşengtonê yeBeqayî herwiha got: Girîng e Sûriye nebe cihek jibo geşatiya terorîzmê û  hemû welat  bighêjin wê encamê ku her cure bêewlehiyek li welatên herêmê dê bipekin  welatên din ên  navçeyê jî. 

Serepeyv