Nîşangeha Îran Saxt bi amadebûna 278 şîrketên zanistî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i352520-nîşangeha_Îran_saxt_bi_amadebûna_278_şîrketên_zanistî
25 emîn nîşangeha Destkeftên Lêkolîn, Teknolojî û teknîka Bazarê û 12 emîn Nîşangeha Amûrên Laboratuwarî yên Îranê ku ji sê rojan berî niha ve li Têhranê destpê bibû, îro xebata xwe bi dawî anî.
(last modified 2024-12-16T11:25:05+00:00 )
Kanûn 16, 2024 14:45 Asia/Tehran
  • Nîşangeha Îran Saxt bi amadebûna 278 şîrketên zanistî

25 emîn nîşangeha Destkeftên Lêkolîn, Teknolojî û teknîka Bazarê û 12 emîn Nîşangeha Amûrên Laboratuwarî yên Îranê ku ji sê rojan berî niha ve li Têhranê destpê bibû, îro xebata xwe bi dawî anî.

25 emîn  Nîşangeha Destkeftên Lêkolîn,  û teknîka bazarê û 12 emîn Nîaşngeha Amûrên Laboratuwarî yên Îranê ku ji roja Înê ve li Tehranê  xebata xwe destpê kiribû îro  piştî sê rojan xebata xwe bi dawî anî.

 Ev nîşangeha berhemên teknolojyê ya Îranê li yekem roja heftiya lêkolînê li welêt xebata xwe destpê kir.

Hevgav digel vê nîşangehê 12 mîn nîşangeha Kelûmel, Metiryalên Laboratuwarî, Ceribandin û Ezmûna Pêşketî yên berhemên Îranê bi amadebûna 278 kompaniyên zanisî û teknîkî yên berhemanîna  alavên laboratuwarî û danasîna 10 hezar  berhemên zanistî  û teknolojîkî li Tehranê  hat lidarxistin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê jî bi amadebûna li 12`emîn nîşangeha kelûmelên laboratûwarî yên  Îranê, pênc destkeftên teknolojiyê yên ku ji aliyê endazyarên Îranê ve hatine berhemanîn, nimandin.