Pêgirîya Îran û Qeterê ser pêwîstîya sekinandina êrişên ser Sûrîyê
Kanûn 12, 2024 18:37 Asia/Tehran
Wezîrên Karên Derve yên Îran û Qeterê pêgirî ser pêwîstîya hewldan û pêngavên ciddî ji bo sekinandina êrişên Rejîma Sîyonîst ser binesazîyên Sûrîyê û dagirkirina deverrên zêdetir ên vî welatî kirin.
Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî Wezîrê Karên Derve yê Qeterê vê sibê di peywendîya bi rêya telefonê da herwiha basa berdewamkirina rawêjkarîyên dualî û çendalî têkildarî alûgurên Sûrîyê bi merema alîkarîya bo pêkannîa istiqrarê û damezirîna pergaleke sîyasî ya berfire ya gelanî li Sûrîyê kirin.