Muzakireya Îranê tev ewrûpîyan ser bingeha rûmet, zanîn û meslihetê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i352276-muzakireya_Îranê_tev_ewrûpîyan_ser_bingeha_rûmet_zanîn_û_meslihetê
Berdevka hikûmeta Îranê got ku muzakireya tev Fransa, Alman û Ingilîs wek sê welatên ewrûpî bi berçavgiritna rûmet, zanîn û meslihetê ku rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî tekezîyê ser wan dike, didome.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Tesrîn 26, 2024 13:15 Asia/Tehran
  • Muzakireya Îranê tev ewrûpîyan ser bingeha rûmet, zanîn û meslihetê

Berdevka hikûmeta Îranê got ku muzakireya tev Fransa, Alman û Ingilîs wek sê welatên ewrûpî bi berçavgiritna rûmet, zanîn û meslihetê ku rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî tekezîyê ser wan dike, didome.

Fatime Mihaciranî Berdevka hikûmeta Îranê bal kişand ser lidarxistina civînê di navbera Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê û yên Fransa, Alman û Ingilîsê û got: Alîyên beşdarê civînê basa meseleyên dualî, herêmî û navdewletî û qeyrana merivî ya li Zîvala Xezzeyê û Libnanê dikin.

Mihaciranî herwiha got: Her gotûbêjek hewcedarê rêzgirtin û pêkanîna pêbawerîyê ye û helwesta Îranê jî danuistandina avaker e, lê mixabin welatên rojavayî û di serê wan da Amerîkayê bi caran selimandin ku peymanşikên in. 

Biryar e ku Cîgirên Wezîrên Karên Derve yên Îran, Alman, Fransa û Ingilîsê roja înîyê li Jeneva Swîsê bicivin.