Mijdar 20, 2024 17:45 Asia/Tehran
  • Daxwaza Pizişkiyan ji Papa Fransîs jibo girtina pêşiya cinayetên siyonîstan

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di peyamekê de ji Papa Fransîs xwest ku ji bo pêkanîna aştî û agirbesê û çêkirina derfetekê jibo şandina alîkariyên mirovî bo xelkê Xezzeyê bikeve tevgerê.

Mesûd Pizişkiyan di peyamekê de bo Papa Fransis, rêberê katolîkên cîhanê daxwaz ji wî kir ku  jibo girtina pêşiya dewama destdirêjiyên  nemirovane yên rêjîma Israîlê li dijî gelê mezlûm ên Xezze û Lubnanê,  hewil bide û tekez kir:  Bê şik  di vê rewşê de, ev kiryar dikare bandoreke hêja û girîng li ser kêmkirina êş û azaran  birîndaran û  alîkariya bo kesên istûxwar hebe û Komara Îslamî ya Îranê jî amadebûna xwe ji bo alîkariya bo vê pêvajoyê  radigihîne.Serokkomar di peyama xwe de  daxwaza ji Papa Fransis kir ku di rewşa ne aram û îhtîmala belavbûna şer li navçeyê, hewldana xwe ji bo girtina  pêşiya dewama  destdirêjiya nemirovane ya rejîma Israîlê, pêkanîna aştî û agirbesê û pêkanîna derfetê bo şandina alîkariyên mirovî bo  birîndara û mexdûran bi kar bîne û  û rayedarên  welatên cîhanê bi taybetî welatên xiristiyan,  han bide ku alîkariay vê meselê bikin.

Peyama serokomar di kêleka sefera şanda îranî  ji bo beşdariya li  12 emîn dewra gotûbêja  olî li Watkanê ji aliyê Hocet-ul-Islam Wel-Muslimîn Îmanîpûr serokê Rêxistina Çand û Ragihandina Îslamî ve ji Papa Fransis, rêberê katolîkên cîhanê re hat pêşkêşkirin.

Serepeyv