Hevdîtina şêwirmendê payebilind ê Rêberê Şoreşê bi rayedarên Libnanê re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i352142-hevdîtina_şêwirmendê_payebilind_ê_rêberê_Şoreşê_bi_rayedarên_libnanê_re
Şêwirmendê payebilind ê rêberê giranqedir ê Şoreşa Îslamî berî nîvroja îro ji Sûriyê derbasî Bêyrûtê bû û bi serokwezîrê Libnanê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.
(last modified 2024-11-15T11:28:29+00:00 )
Tesrîn 15, 2024 14:52 Asia/Tehran
  • Hevdîtina şêwirmendê payebilind ê Rêberê Şoreşê bi rayedarên Libnanê re

Şêwirmendê payebilind ê rêberê giranqedir ê Şoreşa Îslamî berî nîvroja îro ji Sûriyê derbasî Bêyrûtê bû û bi serokwezîrê Libnanê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Elî Larîcanî şêwirmendê payebilind ê rêberê giranqedir ê Şoreşa Îslamî bi armnaca hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên Libnanê re îro danê sibê derbasî Bêyrûtê bû û bi Necîb Mîqatî, serokwezîrê Libnanê hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Her du aliyan di vê hevdîtinê de li ser rewşa navçe û Libnanê gotûbêj kirin.

Şêwirmendê payebilind ê rêberê Şoreşa Îslamî herwiha bi Nebîh Bêrî, serokê Meclisa vî welatî re hevdîtin pêk anî.

Di vê hevdîtinê da  ku îro di nivîsgeha serokê Meclisa Libnanê da hate lidarxistin her du aliyan li ser rewşa navçe û Libnanê gotûbêj kirin û şêwirîn.

Elî Larîcanî biryar e di vê seferê da ji bilî hevdîtina bi rayedarên libnanî bi hin parlimanter, serokên partiyan û kesayetiyên binavbang ên siyasî yên vî welatî jî hevdîtin û gotûbêj pêk bîne.