Cotmeh 24, 2024 18:50 Asia/Tehran
  • Serfermandê Sipahê: Bila Îsraîl pişta xwe nekute hêza bisînor a Amerîkayê

Serdar Selamî, amajeyî bicihbûna sîstima berevaniya hewayî ya TAD a amerîkî li Îsraîlê kir û xitabî Rejîma Siyonîst got: Baweriya xwe neyînin boriyên TAD`ê, evana bisînor in û we pişta xwe kutaye hêza bisînor.

Serdar Selamî di Kongireya Netewî ya Rêzgirtina ji 9 hezar û 800 şehîdên Parêzgeha Kirmanşanê xitabî dijminan got: Her çiya dilê we dixweze ber bi me ve bavêjin em ê çend qatî zêdetir ber bi we ve bavêjin. Hûn nikarin di çîroka me da ser bikevin û em ê we têk bidin û bi hezkirina Xwedê em li hember vê cimaeta şerût sekinîne.

Serdar Selamî herwiha xitabî Amerîkayê got: Amerîkî jî bi şaşitî ebûr û heysiyeta xwe li cinayetên van ve girêdane û wisan kirine ku di nava netewên cîhanê da tecrîd bûne û ji wan nefret tê kirin. Îro rojê cîhan, Amerîkayê bi wan bombeyan nas dike ku li ser zarokên Xezze û Libnanê dibarin. Ji hemû mezinatiya hêzxurtbûna Amerîkayê hema eva li ser rûyê erdê maye ku ev jî wê nemîne.

Serepeyv