Cotmeh 22, 2024 17:44 Asia/Tehran
  • Sefera wezîrê karên derve yê Îranê bo navçê

Wezîrê karên derve yê Îranê di dewra nû ya seferên xwe yên navçeyî da, seredana Behrêyn û Koweytê kir.

Seyîd Ebas Iraqçî armanca van seferan sekinandina cinayeta siyonîstan li navçê da zanîn. Iraqçî di dewama şêwirînên xwe yên li Kuweytê da bi Ebdullah Elî El Yehya, wezîrê karên derve yê vî welatî re hevdîtin pêk anî û li ser alûgorên navçê bi taybet pêwîstiya sekinandina cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezze û Libnanê gotûbêj kir. Wezîrê karên derve yê Îranê duh jî seredana Behrêynê kiirbû. 

Seyîd Ebas Iraqçî di dewama şêwirînên dîplomatîk di civîneka çapemeniyê ya bi amadebûna hejmareka nûçegîhanên medya û rojnameyên girîng ên Kowêytê got: Komara Îslamiya Îranê naxwaze li navçê şerr bibe, eger çi ji bo şerrkirinê amade ye, me ji bo ku kêşe kêm bibin pirr hewl daye lê em ji bo her sênariyoyekî jî amade ne û em dikarin li hember wê jî bisekinin.

Wezîrê karên derve yê Îranê li hevdîtina bi paşayê Behrêynêre jî li ser pêwîstiya hevkariya zêdetir a hemû welatên îslamî bi taybet welatên navçê bona zextanîna li ser piştgirên Rejîma Siyonîst bona neçarkirina vê rejîmê ji bo bi dawîanîna şerxweziyê pêgîrî kir.

Serepeyv