Hêvîya li Jiyanê li nav jinên îranî zêdetir bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i351838-hêvîya_li_jiyanê_li_nav_jinên_îranî_zêdetir_bûye
Seroka Rêveberiya Tenduristiya Navsere û Dayîkan a Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku, Hêvîya li Jiyanê li nav jinên îranî gihîştiye 78 salan.
(last modified 2024-10-22T11:42:04+00:00 )
Çirî 22, 2024 14:13 Asia/Tehran
  • Hêvîya li Jiyanê li nav jinên îranî zêdetir bûye

Seroka Rêveberiya Tenduristiya Navsere û Dayîkan a Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku, Hêvîya li Jiyanê li nav jinên îranî gihîştiye 78 salan.

Li gorî rapora Kanala Sahab'ê, 'Melîhe Kîyanfer' Seroka Rêveberiya Tenduristiya Navsere û Dayîkan a Wezareta Tenduristiyê ya Îranê di raporekê da têkildarî rewşa tenduristiya jinên îranî, got: Di heyama çar deheyên raborî da, Hêvîiya li Jiyanê li nav jinên îranî ji 54 salan gihîştiye 78 salan û ev yek destkeftên berbiçav di warê paqijî û tenduristiyê yê Îranê da nîşan dide.

Bernameyên Hefteya Neteweyî ya "Tenduristiya Jinên Îranê" her sal di hefteya dawiyê ya meha Mêhrê û bi armanca ragihandin û hesaskirina komên cûrbicûr ên civakê li ser ewlewiyetên tenduristiya jinan wek nîvê gelheya Îranê tê lidarxistin.

Îsal dirûşma Hefteya Neteweyî ya Tenduristiya Jinên Îranê wek "Jina tendurist, Dayîka tendurist, Nifşa tendurist" hat ragihandin.