Cotmeh 20, 2024 16:35 Asia/Tehran

Wezîrê karên derve yê Îranê amajeyî vî yekî kir ku her êrişeka dijî Îranê tê wateya derbasbûna ji xêzên sor û got ku hemû hedefên li Îsraîlê hatine nasîn.

Seyîd Ebas Iraqçî li hevpeyvîna bi kanala NTV ya Tirkiyê li rex Civîna Mêkanîzma Hevkariya Navçeyî ya 3+3 amajeyî vî yekî kir ku Îsraîl nikare bêyî Ameîrkayê li Xezze û Libnanê cinayetan cih bîne û herwiha got: Hemû çekên ku ji aliyê Rejîma Siyonîst ve tên bikaranîn ji aliyê Amerîkayê ve dabîn dibin. Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha got, Amerîka hevgirtiya siyonîstan e û eger ku şerrekî berfireh li navçê biqewime, Amerîka wê bikeve nav vî şerrî da.

Iraqçî bi pêgîriya li ser viya ku Îran ti êrişekî bêbersiv nahêle, destnîşan kir hemû hedefên li Îsraîlê hatine nasîn û ev rejîma wê li gorî her êrişeka dijî Îranê, bersiveka guncaw werbigire.

 

Serepeyv