Cotmeh 02, 2024 16:33 Asia/Tehran
  • Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî: Tenha rêya bidawîhatina şêrr li herêmê nehîştina belaya Amerîkayê ye

Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî, tenha rêya bidawîhatina şêrr li herêmê nehîştina belaya Amerîkayê zanî.

Hezretê Ayetullah Xamineyî rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî îro di hevdîtina digel bi sedan kes ji bijareyên warê zanistê, bijartîyên olempîyad û zannîgehan da got: Bingeha pirsgirêkên herêmê, welatên fenanî Amerîkayê û hinên ewrûpî ne ku bi derewan dew û doza aştî û aramîyê dikin, lewma ser vî esasî tenha rêya bidawîhatina pevçûn û cengan li navçeyê, nemana belaya welatên hanê ye.

Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî handana Seddam ji bo êrişa ser Îranê û ew rojên tel û dijwar mînakeke şerûtîyên Amerîkayê û welatên rojavayî li navçeyê zanî û got: Têkilîya semîm ya di navbera Îran û Iraqê da ku meşa ji bo çilleyê Imam Hisên (S) sembola asta herî bilind a wê germatî û semîmîyetê ye, mînakeke zelal e ku ray dide idiakerên derewker ên aştîyê hokara sereke ya pirsgirêkên navçê ne ku divê bi alîkarîya Xwedê û vîn û hewla gelê Îranê û bi alîkarîya ilhamên Şoreşa Islamî û hevkarîya gelên din, belaya wan ji ser serê navçeyê kêm bibe. 

Hezretê Ayetullah Xamineyî di dewama axavtina xwe da, bijarebûn û zemîneyên bijareperwerîyê di rêza girîngtirîn heyîtîyên welêt da zanî û got: Zemîneya herî girîng ji bo bijareperwerîyê asta hiş û behremendîyê ye û Îran di vî warî di rêza welatên pêşeng û rêzên yekem ên cîhanê da ye.

Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî bal kişand ser alûgurên lezgîn ên di warê zanistê l icîhanê da û bijare ji bo cihada ji bo rabûna zanistî vexwendin û pêgirî kir: Welat hewcedarê rabûn û tevgereek zanistî ya nû ye ku ev jî erka bijareyan e, 

Hezretê Ayetullah Xaminêyî birêxistina tevger û rabûna zanistî ya nû cihada bijareyan zanî û pêgirî kir ku pêngavrakirin û rabûna zanistî ya nû yê bibe sedema pêşketin û serketina hibmerî reqîb û xêrnexwazan û got: Yek ji encamên raserbûna di warê zanist û teknolojîyê da yê ev be ku dijmin dê nekare derbê li gelê Xezze, Zahîye û Bêyrûtê bixe û pêşîya wan şerûtîyana were girtin ku dilê gel û ciwanan dişewitîne. 

Serepeyv