Îlon 28, 2024 10:01 Asia/Tehran
  •  Iraqçî: Netanyahu û koma wî ya cinayetkar divê bên mehkemekirin

Seyîd Ebas Iraqçî, Wezîrê karên derve yê Îranê di civîna awarte ya Konseya Ewlehiyê ya NY de got: Netanyahu û koma wî ya cinayetkar ji ber cinayetên xwe yên hovane divê bihatana girtin û mehkemekirin ne ku bihêlin li NY amade bibe û fexrê bi cinayetên xwe bike. Ne ku destûr bê dayîn ku ew li Neteweyên Yekbûyî derkeve û bi kirinên xwe yên xerab pesnê xwe bide.

Ebas Iraqçî, Wezîrê karên derve yê Îranê duh îniyê di civîna Konseya Ewlehiyê derbarê rewşa Rojhilata Navîn û Filistînê got: Şerxwaziya rejîma Îsraîlê girêdayî bi  piştgiriya leşkerî û siyasî ya Amerîkayê ye. Çekên amerîkî beşa sereke ya çek û cebilxaneyên ku rejîma Îsraîl li Xezaeyê bikar tîne, pêk tîne. Ji ber vê yekê Amerîka di hemû beşên cinayetên Îsraîlê de dest heye.

Iraqçî got: Cîhan bi hêrs û nefret li wan dinêre di halekê de ku Amerîka, Îngilîs, Kanada, Almanya û hin kesên din jî tenê cinayetkaran dihebînin.Vêca gelo bi rastî hûn çavlirê ne  civaka cîhanî  Îdiayên we derbarê mafên mirovan bawer bike? Wî tekez kir:Hitbara Konseya Ewlehiyê her ku diçe kêm dibe Ji ber kupiştgirên sereke yên rejîma Israîlê rê nadin erka xwe ya di çarçoveya peymanê de pêk bîne. Divê  niha Konseya Ewlehiyê tevbigere û plana hovane ya rejîma Israîlî ya jinavbirina tam a miletekî ku ev 8 sal in di bin dagîrkerî û zulma hovane de ye, rawestîne.

Serepeyv