Baqirî:Siyaseta derve ya hikûmeta nû ya Îranê xurtkirina piralîxwaziyê ye
Elî Baqirî Sergêrê Wezareat karên Derve ya Îranê, li civîna Konseya Ewlehiyê bal kişand ser vê yekê ku siyaseta derve ya hikûmeta nû ya Komara Islamî ya Îranê ser bingeha xurtkirina piralîxwaziyê li ser esasê manîfesta NY û hiqûqa navneteweyî ye û got: Serokomarê bijartî yê Îranê ragihandiye ku stratejiya sereke ya siyaseta derve dê vekirina asoyên nû û berfirehkirina giştalî ya peywendiyên dostane bi hikûmetên din re ser bingeha gotûbêj hevkarî, wekhevî û rêzgirtina dualî be.
Elî Baqirî li civîna duh ya Konseya Ewlehiyê ya NY ser navê Hevkariya çendalî jibo pergala cîhanî ya bi îstiqrartir û dadmendanetir, bal kişand ser siyaseta derve ya hikûmeta nû ya Îranê ser bingeha bihêzkirina piralîbûnê li gor prensîbên manîfest û û qanûnên navnetewî û got:S erokomarê bijartî yê Îranê ragehandiye ku stratejiya sereke ya siyaseta derve ya hikûmeta wî dê vekirina asoyên nû û berfirehkirina hemû peywendiyên dostane bi hikûmetên din re li ser bingeha gotûbêj, hevkarî, wekhevî û rêzgirtina dualî be û di çarçoveya vê stratejiyê de, Îran pir giringiyê dide xurtkirina têkiliyên giştalî bi welatên cîran, herêmê û bi hikûmetên din re.
Wî her wiha diyar kir: Komara Îslamî ya Îranê pêşwaziyê li her destpêşxeriya xurtkirina piralîxwaziyê û rêzgirtina zêdetir li qanûnên navneteweyî dike û cihanîna prensîbên manîfesta NY wek kilîlê sereke yê rawestana li ber gef û kêşeyên cîhanî ye. Em ser wê baweriyê ne ku tenê rêya çîkirina rewşeke ewle, dadmendane û giştalî ew e ku hemî netewe bikarin ji geşatîû aştiya mayînde sûdê werbigirin.