Tîrmeh 06, 2024 17:46 Asia/Tehran
  • Rêberê Şoreşa Islamî: Pişikdarîya pirrcoş a gelê Îranê di hilbijartinê da ne tiştek e ku were jibîrkirin

Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî got: Pişikdarîya pirrcoş a gelê Îranê di dewra çardan a hilbijartina serokomartîyê de, karekî mezin û nayê- jibîrkirinê ye.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî di peyameke bi boneya lidarxistina dewra çardan a hilbijartina serokomartîyê da, tevî ku pîrozbayî li gelê Îranê û serokomarê bijartî kir, got: Ev pêngava mezin di sekinîna himberî haykûfa dijminên gelê Îranê ji bo boykotkirina hilbijartinê da û ji bo bêhêvîkirin û asêkirina gelê Îranê bi rê xistibûn, karekî mezin û nayê-jibîrkirinê ye.

Hezretê Ayetullah Xamineyî herwiha got: Gelê xweşdivî bi hesta berpirsyarîyê hatin meydanê û atmosfereke germ û pirrcoş afirandin û di gerra duyê ya hilbijartinê da bi zêde ji 55 milyon dengî, sindoq tijî kirin.

Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî herwiha pêgirî kir: Hêja ye ku serederîyên di dema rikeberîyên bo hilbijartinê da veguherin serederî û urfên dostanîyê û her kes ji bo avedankirina maddî û me`newî ya welêt hewil bide.

Di gera duyê ya dewra çardan a hilbijartina serokmartîya Îranê da Mesûd Pêzêşkîyan ji koma 30 milyon û 530 hezar û 157 dengî, karî 16 milyon û 384 hezar û 403 dengan bi dest bixe û wek serokomarê nehan ê Îranê were hilbijartin.

Serepeyv