Baqirî: Hin dewletên rojavayî mafê gelê Îranê yê pişikdarîya di hilbijartinê da neparastin
Sergêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Li welatên ku dew û doza demokirasîyê heye hinekan atmosfereke nayê- qebûlkirinê ji bo dengderan pêk anîn û wan dewletên rojavayî mafê gelê Îranê yê pişikdarîya di hilbijartinê da neparastin.
Elî Baqirî Sergêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê piştî ku dengê xwe da, got: Hilbijartin hertim li welatê me mêhrigana gelsalarîya islamî tê hesêb, bilî ku gel dengê xwe didin ji bo ku di rê û çarenûs û siberoja xwe da pişikdar bin û wê rêyê bi hilbijatinekê destnîşan bikin.Baqirî dîyar kir ku Wezareta Karên Derve erkeke dînî û netewî di warê zemînesazîya bo pişikdarîya pirrcoş a gel û îranîyên li derveyî welêt di hilbijartinê da heye û got: Kanada ku dew û doza mafên mrivan dike, hibmerî vî mafê girîng ê îranîyan yanî pişikdarîya di hilbijartinan da sekinî û rê neda ku hilbijartina serokatîya Komara Islamî ya Îranê li wî welatî were lidarxistin, welatê ku çendekê berî nika di çarçova hevpeymanîya digel sîyonîstan û terorîstan da navê Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî xist lîsteya komên terorîst.Wî di dewamê da got: Terorîst hertim himberî gelsalarîyê sekinîne û Kanandayê jî bi xistina navê Sipaha Pasdaran di lîsteya komên terorîst da û rêgirtina ber dengdayîna îranîyan ji bo kivşkirina siberoja xwe, di vê rêyê da pêngav raki.