Dengvedana berfire ya hilbijartina serokatîya Komara Islamî ya Îranê li medyayên bîyanî
Hevgavê gerra duyê ya hilbijartinên serokatîya Komara Islamî ya Îranê, medyayên cîhanê bala xwe dan ser pişikdarîya berfire ya gelê Îranê.
Gerra duyê ya hilbijartina serokatîya Komara Islamî ya Îranê, ji serê sibeya îro va dest pê bû û medyayên cîhanê jî bi berfireyî bala xwe dan ser vê babetê.Şebekeyên Al Jazeera, SNN a Amerîkayê, France24, BBC, Ajansa Nûçeyan a dewleta Ermenistanê, Rijnama Hindostan Times, PTI a Hind`ê, Terend a Komara Azerbaycanê, India Todey, Rojnama Guardian a Brîtanyayê û gellek medyayên asyayî, ereb û yên din bala xwe dan ser vê hilbijartinê.Ajansa Nûçeyan a Sputnik a Ûsêtê jî bi weşandina hin vîdyoyan derheq xulekn destpêka dengdana gelê Îranê, ragihand gelê Îranê gewrra duyê ya hilbijartinê bi pişikdarîya berfire dest pê kirin.Ajansa Nûçeyan a Fransayê jî di raporekê da amajeyî şehîdbûna Seyîd Ibrahîm Reyîsî kir û nivîsî: Gelê Îranê roja înîyê di gerra duyê ya hilbijartina serokomartîya Îranê da ji bo kivşkirina dewsgirê serokomarê vî welatî ku dik encama bûyera jordaketina helekopterê da cabnê xwe ji dest da, ser sindoqên dengdanê ne.