Tîrmeh 05, 2024 21:14 Asia/Tehran
  • Islamî: Em dibînin ku asta pişikdarîyê anegorî  gerra yekem a hilbijartina serokomartîyê jorda çûye

Berdevkê Dezgeha Hilbijartinan a Îranê demajoya hilbijartinê rave kir û ragihand ku asta pişikdarîya gel di gerra duyê da zêdetir e û got: Pêşwazî û pişikdarîya gelê xweşdivî anegorî gerra yekê heta vê kêlîyê zêdetir bûye.

Muhsin Islamî Berdevkê Dezgeha Hilbijartinan a Îranê got: Dengdan li nêzî 59 hezar cîyên dengdanê bi awayê rewan li seranserî welêt didome.Berdevkê Dezgeha Hilbijartinan a Îranê herwiha got: Heke Wezareta Karên Hundur meslihet bizanibe yê dema dengdanê were dirêjkirin. Herwiha pêwîst e ku ji ber amadebûna gel di saetên destpêka dengdanê da destxweşîyê li gelê xweşdivî yê Îranê bikin.Wî herwiha got: Pêşwazî û pişikdarîya gelê xweşdivî anegorî gerra yekê heta vê kêlîyê zêdetir bûye û em hêvîdar in ku ev rewşa bidome.Muhemed Muxbir Sergêrê Dezgeha Serokomartîya Îranê jî berî vîya amajeyî zêdebûna pişikdarîya gel di vê gerra hilbijartina serokomartîyê da kiribû û gotibû ku diqewime encamên hilbijartinan an herî kêm beşeke wan heta dawîya îşev bên ragihandin.

Serepeyv