Beşîr Bîazar; mamosteyê mûzîkê yê îranî qurbaniyê serkutkirina çalakiyên alîgirê Xezeyê ji aliyê Fransayê va
Hefteya derbasbûyî di kiryarekê da ku wek beşeke serkutkirina berdewam a çalakiyên alîgirê Filistînê ji aliyê dewleta Fransayê va li germegerma şerê Îsraîlê dijî Xezeyê bi awayê berfireh hat şermezarkirin, welatiyekî îranî li Fransayê hat desteserkirin.
Beşîr Bîazar mamosteyê mûzîkê û kesayetê çandî yê nasyar ji hefteya pêş piştî tawanbarbûna bi Piştevaniya ji Terorîzmê ş Çêkirina Nakokiyên li nav civakê ji ber piştevaniya ji ramana Flsitînê û dijayetiya digel Îsraîlê li zîndana Fransayê ye.
Berriya vêya, Beşîr Bîazar Rêveberê berhemanînê yê Koma mûzîkû û awazê yê Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê li Tehranê, di roja 4ê Hezîranê da bêyî ti şirove yan hikmekî ji aliyê polîsê Fransayê li Parîsê hat hazirkirin.
Li gorî çavkaniyên nihênî û rapora şehedan, ew piştî ku gihîşte rawestgeha polîs hat desteserkirin û bo navendeke desteserkirinê ji bo koçberên neqanûnî li zêdetirî 100 kîlomitr dûrî cihê mayîna xwe hat veguhestin.
Ti helwêsteke fermî ji aliyê dewlet an polîsê Fransayê têkildarî tawanên hilêxistî dijî Bîazar nehatiye weşandin û tevî daxwazên ji bo ronkirina mijarê, ew bêdeng mane.
Gellek rayedarên îranî ji wan Berdevkê Wezareta Derve û rayedarên payebilind ên welêt di warê mafên mirovan ev desteserkirin binpêkirina qanûnên navneteweyî yên mirovdostane zanîne û şermezar kirine.
Elî Baqirî Sergêrê Wezareta Derve ya Îranê ev mijar bi rêyên fermî şopandiye.