Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Xezze meseleya yekem a cîhanê ye
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî Xezze wek meseleya yekem a cîhanî zanî.
Li gorî rapora IRIB News'ê, Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî sibeha Çarşemiyê hevdem digfel salroja şehîdbûna Mamosta Şehîd Murteza Muteherî û Roja Mamosteyan, di hevdîtina digel bi hezaran kes ji mamoste û karbidestên çandê da got, Roja îro Xezze meseleya yekem a cîhanê ye; siyonîst û piştevanên wan ên amerîkî û ewropî nikarin Xezzeyê ji rojeva raya giştî ya cîhanê derxînin.
Hezretê Ayetullah Xamineyî reftara Amerîkayê di mijara Xezzeyê da piştarstkirinek ji bo nepêbawerbûna Amerîkayê zanî û got: Hûn li zanîngehên Amrîka û Ewropayê binêrin, divê zexta ser Rejîma Siyonîst roj bi rojê zêdetir bibe.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Hûn binêrin ku amerîkî û saziyên girêdayî bi wan di dijayetiya zimanî digel Îsraîlê çi danûstandinekê dikin, xwendekarên zanîngehên Amerîkayê ne wêran kirin, ne dirûşemya wêrankirinê dan, ne kesek kuştin, ne agir bi cihekî xistin, ne şûşeyek şikandin, wisa digel wan tê miamilekirin.
Hezretê Ayetullah Xamineyî got: Vê reftara amerîkiyan jî berheqbûna helwêsta Komara Îslamî ya reşbîniya li Amerîkayê nîşan da; yanî di rastiyê da piştevana vê "Mirin ji bo Amerîkayê" ku hûn dibêjin û vê yekê nîşanî giştan da ku Amerîka şirîka sûcê ye.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Tiştê ku mirov dibîne di pratîkê da nîşana hevrêtî û hevkariya Amerîkayê di vê sûca mezin, di vê guneha nayê bexişandin, digel Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzeyê ye; evana şirîkên sûcê ne. Mirov çawa dikare li vê cûre nîzamê, li vê cûre rejîmê geşbîn be? Çawa pêkan e? yan jî baweriya xwe bi gotina wê bîne.