Çile 13, 2024 10:29 Asia/Tehran
  • Husêyn Emîrabdullahiyan: Bila Amerîka dev ji piştgiriya ji Telavîvê berde

Wezîrê karên derve yê Îranê Husêyn Emîrabdullahiyan got: KoşkaSpî bila dewsa êrişa leşkerî ser Yemenê, demildest dev ji piştgiriya ji Rejîma Siyonîst berde da ku ewlehî vegere hemî navçeyê.

 

Husêyn Emîr Ebdullahiyan êvara Îniyê teqez kir: Kiriyara Yemenê derhheq  piştgirîkirina jin û zarokên Xezayê û rawestana li ber jînosayda Rejîma Israîlî cihê pesindayînê ye û Sena tam pabendî ewlehiya deryayî û hemîvaniyê ye û  Bila Koşka Sipî dewsa êrişa leşkerî ser Yemenê, divê hevrêtîya giştalî ya leşkerî û ewlehiyê bi Telavîvê li dijî xelkê Xezeyê rawestîne  ku ewlehî li seranserê herêmê were vegerandin.

Nûneratiya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî her wiha êrişên leşkerî yên bi serkuirdetiya Amerîka û Ingklîzê li dijî Yemenê şermezar kir û ragihand: Kiryarên neqanûnî yên Amerîka û Inglîzê  ne li gor yasayên navneteweyî ne ku ji aliyê

 Komara Îslamî ya Îranê, Rûsiye, Çîn û Iraqê vwe hat protestokirin û hin endamên kongireya Amerîkayê jî dema ku êrişa ser Yemenê bêyî destûra Koşka Spî protesto kirin, der barê encamên vê kiryarê de hişyarî dan.

Serepeyv