Çile 04, 2024 15:39 Asia/Tehran
  • Bezrpaş: Hevkariya di navbera Îran û Tirkiyê de dikare aramî û tenahiyê ji bo navçê bîne

Wezîrê Rê û Bajarvaniyê yê Îranê got: Hevkariya du hêzên mezin ên navçê yanê Îran û Tirkiyê dikare aştî, aramî, ewlehî û tenahiyê bîne navçê.

Mêhrdad Bezrpaş li hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê re got: Asta bazirganiya navbera Îran û Tirkiyê wek sêyemîn şirîkê bazirganiyê yê Îranê pandemiya Koronayê zêde bûye.

Zirûfa zêde ya Îranê di warê tranzîta kelûpelan de li navçê û jordebirina asta danûstandinên ticarî yên di navbera her du welatan de ji mijarên din ên hilêxistî  di navbera Bezrpaş û Fîdan de bûn û di vê hevdîtinê de, Bezrpaş tevî teqeziya ser rola giring ya komîsyonên hevbeş li Pêşxistina peywendiyên dualî bi taybetî bi welatên cîran re kir  û destkewftên komîsyona hevpar a her du welatan serkeftî nirxand.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê di destpêka vê hevdîtinê de  ji ber can dayîna  hejmarek ji welatiyên me di bûyera terorîstî ya Kirmanê de hevxemiya xwe nîşan da. Hakan Fîdan amaje bi armanca bazirganiya 30 milyar dolarî ya di navbera Îran û Tirkiyê de jî kir û got: Bi zêdekirina hevkariyên dualî, ev asta  bazirganiyê dikare pêk were.

Mêhrdad Bezrpaş, Wezîrê Rê û Bajarvaniyê û Serokê Komisyona Hevkariya Aborî ya Hevbeş a Îran-Tirkiyê, , bona cihanîna dawîn hewahengiyên di navbera her du welatan de, li hevdîtinên cuda bi Hakan Fîdan Wezîrê Derve û Osman Aşkîn Bak, Wezîrê Werziş û Ciwanan a Tirkiyê  û Serokê Komisyona Hevkariya Hevbeş a Karûbarên Aborî ya Îran û Tirkiyê û Abdulqadir Uraloglu Wezîrê Tranzît û Binesaziyê yê Tirkiyê ji bo  civînên hewahengiyê yên komîsyona hevpar li dar xistin.

Şopandin û çareserkirina pirsgirêkên ticarî  navbera Îran û Tirkiyê, mijara gotûbêjên Wezîrê Rê û Bajarvaniyê yê Îranê li Tirkiyê bû.

 

Serepeyv