Sedema mija tîr a van rojan li Kirmaşanê çi ye?
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i345746-sedema_mija_tîr_a_van_rojan_li_kirmaşanê_çi_ye
Kirmaşan Ji destpêka vê heftiyê ve  tûşî mijeke tîr bûye û ev diyardeya hewayê îro (Duşem) bo sêyem roja li pey hev li hin navçeyên wê parêzgehê dîtina asoyê daxist binê 100 metreyan.
(last modified 2024-01-01T02:58:10+00:00 )
Çile 01, 2024 06:21 Asia/Tehran
  • Sedema mija tîr a van rojan li Kirmaşanê çi ye?

Kirmaşan Ji destpêka vê heftiyê ve  tûşî mijeke tîr bûye û ev diyardeya hewayê îro (Duşem) bo sêyem roja li pey hev li hin navçeyên wê parêzgehê dîtina asoyê daxist binê 100 metreyan.

Dîmeneke nedîtî, ku berdewamiya wê pirsiyarên zav derbarê sedema wê ji xelkê parêzgehê re çêkiriye.

Seîd Qasimî Serokê Navenda Pêşbîniyên Keşnasiyê ya Kirmaşanê got: Pêncşema derbasbûyî li herêmê sîstemeke ne aram pêk hat û ji ber wê jî li hin navçeyên parêzgehê baran barî û wê pêlê hindek şeh û nem gihand Kirmaşanê.

 Berdewamiya vê nemiyê li herêmê bûye sedem ku di sê rojên dawî de em rûbirûyê diyardeya mijê bibin.