Kanûn 10, 2023 19:38 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê: Bahoza Eqsayê sînorên komgeha Berxwedanê ji navçeyê bo tevahiya cîhanê berfireh kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina bi Serokwezîrê Sûriyê da tekez kir: Bahoza Eqsayê sînorên komgeha Berxwedanê ji navçeyê bo tevahiya cîhanê berfireh kir.

Seyid Îbrahîm Reîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina xwe ya duh digel Husên Ernûs Serokwezîrê Sûriyê da tevî tekeziya li ser peywendiyên dostane, bikok û stratejîk navbera du welatan, got: Hema wisa ku miletên Iraq, Sûriye, Yemen û Libnanê li hemberî Amerîka û hevpeymanên wê bi ser ketin, miltê Filistînê jî dê serkeftiyê vê meydanê be.

 

Reîsî dijminatiya Amerîka û Rejîma Siyonîst digel Sûriyê ji ber berxwedana dewlet û miletê vî welatî û têkşikandina nexşeyên wan nemaze di jinavbirina tevgera terorîstî-tekfîrî ya çêkirî zanî û got: Berxwedana Îslamî ya Filistînê roja îro bi palpiştiya baweriya xwe siyonîst û piştevana wan a sereke anku Amerîka riswa kiriye.

 

Husên Ernûs Serokwezîrê Sûriyê jî di vê hevdîtinê da, serdana vê dawiyê ya Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Dimeşqê xaleke werçerxanê di peywendiyên dîrokî û stratejîk ên du welatan zanî û bidestxistina encamên lihevkirinameyên vê serdanê bi taybet di beşên darayî, bankî, enerjî, geştyarî û bazirganiyê nîşana hewldan û cidîbûna rayedarên payebilind ên Tehran û Dimeşqê di berfirehkirina zêdetir ji berê ya danûstandin û hevkariyan zanî.

Serepeyv