Kanûn 09, 2023 09:52 Asia/Tehran
  • Balyoza Îranê li NY: Divê hemû sebebkarên cinayeta li dijî Filistîniyan bersivê bidin

Zehra Îrşadî, balyoz û cîgira nûnera dayimî ya Îranê li NY roja Îniyê li civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî got: Hemû sebebkarên cinayetên li dijî filistîniyan, ji wan kesên ku alîkariya Rejîma Israîlê dikin ji bo cinayetên hovane li Filistînê bi taybetî li Xezeyê berpirsyar bin.

Zehra Îrşadî roja Îniyê li civîna Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî got: Zîvala Xezeyê  ji sala 2007ê ve di bin xirabtirîn dorpêçê de ye û rewşa mirovî her roj xirabtir dibe û hejmara kuştiyan ji ber cinayetên hovane yên rojane yên rejîma Israîlê zêdetir dibe û di vê navberê de tişta ku  mirov xemgîn  dike  nayê qebûlkirin bêdengiya  civaka navneteweyî  û bi aybet  Rêxistina  Neteweyên Yekbûyî û bi taybetî Konseya Ewlekariyê li hemberî qeyrana mirovî ya li Xezeyê ye.Îrşadî tekez kir:  bêdengiya  mirovî  ji bo têkçûna rewşa Xezeyê ne rêçare ye; Di rewşeke wiha xirab de, êdî hevxemî têrê nake û mixabin, dewsa şermezarkirina hovîtiya rejîma Israîlê li Xezeyê, welatên ku piştgirên  destwerdana mirovî li welatên din in, di heman demê de ku xwedî dîrokeke tirsnak a destwerdanên leşkerî li welatên wek Afganîstan, Îraq, Sûriye Û Lîbyaya wan heye, berûvajî bi piştgiriya xwe ji rejîmê him devkî û him ji bi dabînkirina çek û sîlehên pêşketî bo wan, rejîmê wêrektir dikin.

 

Serepeyv