Kanûn 08, 2023 10:02 Asia/Tehran
  • Teqeziya Îranê ser pêwîstiya sizakirina Rejîma Siyonîst

Balyoz û cîgira nûnerê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî got: Tê çaverêkirin ku dîwana navneteweyî ya cizakirinê nehêle berpirsên cinayetên hovane li Xezeyê bêceza bimînin.

Zehra Îrşadî bal kişand ser cinayetên hovane yên Rejîma Siyonîst li dijî gelê Filistînê li zîvala Xezeyê û got: Cinayetên ku di hefteyên derbasbûyî de hatine kirin, bi zelalî hemû hêmanên cinayetên herî giran, bi navê cinayetên cengê, jînosayd û cinayetên dijî mirovahiyê nîşan didin. 

Nûneratiya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî diyar kir: Tê çaverêkirin ku dîwana navneteweyî ya cezakikrinê berpirsên van cinayetên hovane bêceza nehêle.Gelê Filistînê ku zêdetir ji 75 sal e di bin dagirkeriya zalimen de ye,  ketiye ber xetera jînosayd ûwêrankirinê  de.Îrşadî bal kişande ser vê yekê ku dadgeha  navneteweyî  ya cezakirinê divê serbixwe û bê alî tevbigere û destnîşan kir: parêzbendiya bêşermane a ku ji aliyê alîgir ve ji bo Rejîma Siyonîst hatiye çêkirin, hertim ev  rejîm wêrektir kiriye ku  rehet cinayetên xwe yên hovane pêk bîne û cinayetên xwe berdewan bike. 

Alîkara nûnertiya  Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî got: Civata navneteweyî ji bo parastina edalet û neçarkirina bi cezakirinê berpirsiyariya hevpar heye.

Li gorî vê yekê, Komara Îslamî ya Îranê piştgiriyê dide hewldanên civaka cîhanî bo cezakirina cinayetên hovane,  berfirehkirin û pêkanîna dadweriyê   û ji nêzîk ve şopandina çalakiyên dadgeha  navneteweyî  ya cezakirinê bi taybetî rewşa Filistînê .

 

 

Serepeyv