Kanûn 07, 2023 15:16 Asia/Tehran
  • Roja xwendekaran; hêmaya xebata gelê Îranê dijî îstikbarê

Roja 16’ê Azerê (7’ê Kanûnê) di rojhejmêra Komara Îslamî ya Îranê de wek roja xwendekaran hatiye binavkirin.

Roja 16ê  AZaerê roja xwendekaran li Îranê ye, sedema vê navkirinê jî vedigere  xwenîşandana xwendekaran di sala 1953an lbona protestokirina  mayîna Riçard Nîlson cîgirê serokê Amerîkayê yê wê demê li Tehranê ku di vê xwenîşandanê de sê xwendekar şehîd bûn.

Ruhê Dijberiya li himber îstikbar û pawanxwaziyê  ji hema salê ve heta niha  li tevgera xwendekaran berdewam dike û ev fikir niha di sala 2023an de li her derê cîhanê tê dîtin.

 Heta li Amerîkayê jî; Wek mînak, çend roj berê xwendekarên  kolêja Peywendiyên Navdewletî yên Zanîngeha Columbia dersa Hillary Clinton tehtîl kirine û ji wezîra derve ya berê re gotin: Hillary, tu nikarî piştgiriya xwe ya ji  jînosayda Îsraîlê veşêrî.

Bi vê xwenîşandana  ku xwendekaran bona piştgiriya ji Xezeyê li çendîn zanîngehên Amerîka û Kanadayê  li dar xistine û heta me xwepêşandanên protestoyî yên xwendekarên zanîngehên curbicur ên cîhanê ji wan zanîngeha Vermontê derheq mehkûmkirina  cinayetên berdewam ên Rejîma Siyonîst li dijî gelê Filistînê di van du mehan  dîtine.Ev dîmen hemû nîşan didin ku  tevgera xwendekaran  xesleta xwe ya  li dijî îstikbar û serdestîxwaziyê li her derê cîhanê berfireh kirine û  îro rojê jî  jî dijberiya  li himber  îstikbarê û ji cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezeyê cîhanî bûye.

 

Serepeyv