Îran di hinardekirina alavên pîşesaziya karebayê de pêşeng e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i345079-Îran_di_hinardekirina_alavên_pîşesaziya_karebayê_de_pêşeng_e
Şîrketên zanistî yên Îranê li pêşangeha pîşesaziya karebayê ya Tewrêzê de dawîn şiyan û destkeftên xwe di warê dabînkirina hewcetiyên navxwe û hinardekirinê de raber kirin.
(last modified 2023-12-02T04:06:04+00:00 )
Kanûn 02, 2023 07:15 Asia/Tehran
  • Îran di hinardekirina alavên pîşesaziya karebayê de pêşeng e

Şîrketên zanistî yên Îranê li pêşangeha pîşesaziya karebayê ya Tewrêzê de dawîn şiyan û destkeftên xwe di warê dabînkirina hewcetiyên navxwe û hinardekirinê de raber kirin.

 

12-mîn pêşangeha navdewletî ya taybetî pîşesaziya karebayê, otomasyona pîşesazî û enerjiyên nû û vegerbar bi amadebûna çalakvan û berhemhênerên vê pîşesaziyê û bi armanca nasandin û nîşandana destkeftên herî dawî ji 28 heta 1ê Kanûna Pêşîn a 2023an bo çar rojan li navenda daîmî  ya Pêşangeha Navneteweyî ya Tewrêzê hat lidarxistin. 

Ebdullah Qarîzade  rêveberê yek ji kompaniyên çêkirina têl û kablan, bal kişand ser vê yekê ku ev kompaniya yek ji yekeyên pîşesazî yên girîng di warê berhemanîna têl û kablan de li Îranê ye û got:

Ev kompaniya heta niha  bo mideha 4 salan wek mezintirîn hinardekerê parêzgeha Azerbaycana Rojhilatî hatiye nasandin  û hinardeyî welatên Efxanistan, Komara Azerbaycan, Tirkiye, Iraq û Afrîqayê kiriye. 

 Tûrec Ebdî,endazyarê yek ji kompaniyên berhemhênana cureyên xazenên pîşesaziya elektirîkê  got: Xazenên ku ji aliyê vê kompaniyê ve tên hilberandin bo Tirkiyê tên hinardekirin û kualîteya wan li herêma Rojavayê Asyayê bêmînak e.