Mijdar 04, 2023 18:44 Asia/Tehran
  • Girseya welatîyên îranî di meşa Roja Netewî ya Dijberîya Himberî Zorbêjîyê

Îro 13ê Abanê hevgavê 4ê Mijdarê di rojhejmêra Komara Islamî ya Îranê da Roja Netewî ya Têkoşîna Himberî Zorbêjîyê ye.

 

Çîn û qatên curbicur ên gel nemaze nivşa nû û xwendekarên dibistan û zanîngehan ên îranî li deverên curbicur daketin kolanan ta ku careka din tekezîyê ser dijberîya himberî zorbêjîyê bikin.

Roja Netewî ya Têkoşîna Himberî Zorbêjîyê li Îranê îsal li gor cinayetên Rejîma Israyîlê ya dagirker li Zîvala Xezzeyê zêdetir ji salên buhurî di atmosfereke dije- sîyonîstî û dije-amerîkî da hat lidarxistin.
Meşa bi boneya Roja Netewî ya Têkoşîna Dijî Zorbêjîyê li Îranê îro bi pişikdarîya berfire ya gel, xwendekarên dibistan û zanîngehan û bi durişma Pergala Cîhanî ya Nû Bi Nivşa Dozdar li Têhranê û seranserê welêt hat lidarxistin.
Hevgavê destpêbûna meşê, zingila dijberîya himberî zorbêjîyê li dibistanên seranserî welêt hat lêxistin.
Pişikdarên vê meşê îro wêneyên rêberê qedirgiran ê şoreşa islamî, serdar Silêmanî, Seyîd hesen Nesrullah û zarokên ku di encama êrişên hovane yên Rejîma Sîyonîst da li Xezzeyê hatin şehîdkirin, hildabûn.

 

Serepeyv