Cotmeh 23, 2023 15:37 Asia/Tehran
  • Teqeziya Wezîrê karên derve yê Îranê ser rawestandina demlidest a cinayetên Rejîma Siyonîst derheq kuştina welatiyên filistînî tekez kir

Wezîrê karên derve yê Îranê bi peywendiyên telefonî yên cuda bi rêberên berxwedana Filistînê re ser rawestandina demlidest a cinayetên Rejîma Siyonîst derheq kuştina welatiyên filistînî teqez kir.

Husêyn Emîrabdollahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê, îro li peywendiyeke telefonî bi Îsmaîl Heniye û Ziyad Nexale, rêberên berxwedana Filistînê, ew  ji kiryar û liv  tevgerên dîplomatîk ên Komara Îslamî ya Îranê yên herî dawiyê  di asta navneteweyî derheq piştevaniya  ji gelê Filistînê û şermezarkirina tawanên cengê yên vê rejîmê, û pêwîstiya rawestandina kuştina xelkê sivîl li zîvala  Xezzeyê agehdar kirin. 

Emîr Ebdullahiyan bi ragihandina piştevaniya dubare ya Komara Îslamî ya Îranê ji gelê mezlûm ê Filistînê, careke din daxwaza rawestandina demlidest a cinayetên Rejîma Siyonîst derheq kuştina welatiyên filistînî û jin û zarokên filistînî, vekirina derbasgeha Refehê  û şandina berdewam a alîkariyên mirovî  bo gelê Filistînê li zîvala Xezzeyê û rawestana li ber koçberkirina bi zorê ya xelkê  vê deverê teqez kir.

Îsmaîl Heniye, Serokê nivîsgeha siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, destxweşî ji helwêstên Komara Îslamî ya Îranê derheq piştgiriya ji gelê Filistînê  kir  û ew wek  dîplomasiya îslamî ya aktîv bona zellakirina rastiyan da zanîn û dawîn rewşa Xezzeyê di saya  dewama  cinayet û komkujiya xelkê sivîl ji aliyê Rejîma Siyonîst şirove kirin. Heniye piştgiriyên Amerîkayê ji Rêjîma Siyonîst yek ji hegerên sereke yên dewama cinayetên vê Rejîma Neonazî  da zanîn û got: Êrişên hovane yên siyonîstan ser gel û welatiyên bê berevanli  Zîvala Xezzeyê  nîşana  lawaziya vê rejîmê  di warê rûbirûbûna bi tekoşîna wêrekane ya berxwedan û mayîndebûna gelê Filistînê ye.Serokê  Nivîsgeha siyasî ya Hemasê kêmasiya derman, ardû û jikarketina jeneratorên karebaya nexweşxaneyan wek  destpêka  karesateke mirovî ya mezin li zîvala Xezzeyê da zanîn. Ziyad Nexale Sekreterê Giştî yê Cîhada Îslamî ya Filistînê destxweşî kir ji piştgiriya Komara Îslamî ya Îranê ji gelê Filistînê û got: Tevî kuştina jin, zarok û kal û pîran ji aliyê Rejîma Siyonîst û wêrankirina malên  xelkê û êrişa  ser  kesên sivîl,  rewşa meydanî û morela berxwedanê di rewşeke gelek baş de ye, û emê bi qawet li himber destdirêjiyên berfireh ên Rejîam siyonîst bidin û dijmin dê nekaribe viyana me  têk bibe. 

 

 

 

Serepeyv