Alîkarê Parlimanî yê Serokê Komara Îslamî ya Îranê: Bila dadgehek j bo vekolandina cinayetên cengê yên Rejîma Siyonîst were lidarxistin
Alîkarê Parlimanî yê Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî rexnegirtina ji xebata saziyên navneteweyî derheqê cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezeyê, tekez kir: NY divê pêngaveke cidî ji bo rawestandina cinayetên siyonîstan rake û dadgehek ji bo vekolandina van cionayetan were lidarxistin.
Seyd Muhemed Husêynî Alîkarê Parlimanî yê Serokê Komara Îslamî ya Îranê di hevpeyvînekê da derbarê şêwaza berteknîşandana saziyên navneteweyî l hemberî cinayetên siyonîstan li Xezeyê got: Ev sazî cinayetên siyonîstan şermezar dikin, lê kiryarên wan di astekê da nînin ku bikarin pêşî li dewama van cinayetan bigirin.
Husêynî got: Eger pêştir şik û gumanek di kirêtî û cinayetên Rejîma Siyonîst da hebû, bio cinayetên van çend rojan, pênaseya vê rejîmê aşkira bû.
Alîkarê Parlimanî yê Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku bombebaran û dorpêçkirina xelkê Xezeyê li dijî usûlên însanî ye, got: Eger saziyên navneteweyî dixwazin cîgeha wan were parastin, divê kiryareke cidî ji bo sekinîna li hemberî cinayetên cengê yên Rejîma Siyonîst li Xezeyê bi cih bînin.