Îranê bertek nîşanî bombebarana Kilîseya Yûnaniyan li Xezeyê ji aliyê Rejîma Siyonîst da
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê êrîşên cinayetbar ên Rejîma Siyonîst ser nexweşxane û cihwarên dînî wek bergeke reş û serşûriyeke din li pirtûka stûr a sûc û cinayetên cengê û dijemirovahiyê yên Rejîma Siyonîst zanî.
Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê îro li Tora Civakî ya X'yê nivîsî: Ev cinayeta cengê ya Rejîma Siyonîst bergeke reş û serşûriyeke din li dîroka sûc û cinayetên cengê û dijemirovahiyê yên Rejîm,a Siyonîst û rêberên wê yên cinayetkar ên siyasî, leşkerî û ewlehiyê zêde kir.
Kenanî her wiha nivîsî: Êrîşa dînane ser nexweşxane, mizgeft û kilîseyan nîşan dide ku Rejîma Siyonîst a xesbker pabendî ti yek ji prensîb û nirxên însanî, exlaqî, dînî û pîvan û rêzikên navneteweyî nîne.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê tevî amjeya bi vêya ku ev cinayeta hovane li mehkemeya wijdanên mirovî û ji hêla hemî dîn û mezheban va mehkûm e, ragihand: Belgewarkirina van cinayetên hovane bi mebesta hilêxiostina wan li mehkemeyên xwedn şert û merc ên navneteweyî û cezakirina cinayetkarên siyonîst û piştevanên wan ên naskirî, berpirsyariyeke navneteweyî ye.
Rejîma Siyonîst bi kiryareke cinayetkarane ya nû, kilîseya yûnaniyan li Xezeyê bombebaran kir û bû sebeb nêzikî hezar jin û zarok ku lê sitirîn bûn, şehîd û birîndar bibin.