Cotmeh 19, 2023 15:24 Asia/Tehran
  • Sekreterê Erkantiya Mafên Mirovan a Îranê: Xeze bûye pêşangeheke mezin a cûreyên cinayetên Rejîma Siyopnîst

Sekreterê Erkantiya Mafên Mirovan a Îranê got: Xeze veguheriye pêşangeha mezin a cûreyên cinayetên Rejîma Siyonîst.

Kazim Xerîb-Abadî Alîkarê Karûbarên Navneteweyî yê Saziya Dadweriyê û Sekreterê Erkantiya Mafên Mirovan a Îranê bi gotina vêya ku hemaseya mezin a Bahoza Eqsayê ji aliyê komên berxwedanê va, mezinahiya ewlehî, istixbaratî û leşkerî ya Rejîma Siyonîst bi tamî hilweşand, got: Wateya Berxwedanê ne ev e ku em çavê xwe li ser şopandna cinayetên rejîma dagirker bigirin; belkî li aliyekî rejîmek heye ku welatên rojavayî û hevpeymanên wê yên rojavayî pişta wê digirin. Rayedarên Amerîkayê di asta herî bilind da serdana rejîma Îsraîlê kirin û pişta wê girtin.

Wî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî li Filistînê, nemaze li Zîvala Xezeyê berdewam e û cinayetên Rejîma Siyonîst pêkhatî ji hemî cionayetên navneteweyî weke cinayeta cengê, cinayeta dijî mirovahiyê û tevkujiyê li erdên dagirbûyî didome û di heyama 15 salên derbasbûyî da zêdetirî 33 hezar jbn û zarokan şehîd bûne.

Hêzên berxwedana Filistînê wek bersiva bo cinayetên siyonîstan ji 7ê Cotmeha 2023an va operasyona giştalî ya Bahoza Eqsayê ji Zîvala Xezeyê dijî baregehên Rejîma Siyonîst li erdên dagirbûyî dest pê kirin. Têkçûna bi serşûrî ya siyonîstan, mirina zêdetirî hezar siyonîstî û jidestdana hin bajarok û baregehên leşkerî, bûye sebeb serokên vê rejîmê d rojên dawî da bi caran welatiyên sivîl û bêguneh li Xezeyê bikin arm,anc û bi dorpêçkirina vî bajarî cinayeta cengê pêk bînin.

Êrîşên hovane yên Rejîma Siyonîst ji wan bombebarana Nexweşxaneya El-Me'medaniyê tûşî şermezarkirina berfireh a welatên îslamî bûye, lê hikûmetên rojavayî tevî domandina piştevaniya ji Rejîma Siyonîst tenê daxuyaniyên paşverûyane dane.

Serepeyv