Cotmeh 19, 2023 15:50 Asia/Tehran
  • Reîsî: Xwîna şehîdên mezlûm ên filistînî dê pergala niha ya cîhanê serobinî bike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Tiştê ku roja îro li Xezeyê û dijî xelkê mezlûm ê Filistînê diqewime, tabloyek ji şaristaniyet, azadî û mafên mirovan e ku rojavayî dawa wê dkin.

Seyid Îbrahîm Reîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê di Komcivîna Sipasiya ji Destkeftan û Rêzgirtina li Çalakên Pergala Tenduristiyê ya Îranê da tevî rêzgirtina li riha şehîdên mezlûm ên Xezeyê, got: Hêrs û nefreta ku roja îro li cîhanê li nav hemî miletan bi hemî baweriyan pêk hatiye, ji ber pergala nedadmendane ya cîhanî ye ku tê da wisa zilm li jinan û zarokan hatiye kirin û cihê zalim û mezlûm tê guhertin.

Reîsî di dewamê da vetokirina Biryarnameya rawestandina êtîş û cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî xelkê Xezeyê zilmeke ducarî dijî filistîniyan û mirovahiyê zanî û got: Roja îro alaya berevaniya ji mezlûmên Filistînê klu xwîna wan ji ber serdestîxwazî, istikbar û zêdexwaziya serdestîxwazan û di serê wan da Şeytanê Mezin anku Amerîkayê hatiye rijandin, ji aliyê Nîzama Îslamî va hatiye bilindkirin û hejandin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dewamê da karesatên ku li Xezeyê diqewimin wek tevkujî û cinayeta dijî mirovahiyê ji aliyê Amerîka, Rejîma Siyonîst û piştevanên wan bi nav kir û got: Em bawer in ku xwîna şehîdên mezlûm ên filistînî dê pergala niha ya cîhanê serbobinî bike û wê pergaleke dadmendane li cîhanê were avakirin.

 

Serepeyv