Cotmeh 18, 2023 16:31 Asia/Tehran
  • Reîsî: Bombebarana nexweşxaneya Muemedanî ya Qezeyê xaleke werçerxanê di karama reş a Rejîma Siyonîst

Serokê Komara Islamî ya Îranê teqez kir ku bombebarana nexweşxaneya Muemedanî ya Gazayê xaleke qerçerxanê di karnama reş a Rejîma Siyonîst de ye.

Seyd Îbrahîm Reîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro tevî şermezarkirina tund a cinayeta hovane ya Rejîma Siyonîst derheq bombebarana nexweşxaneya Muemedanî ya Qezayê  sersaxî da gelê mezlûm û bê berevan  ê Qezeyê  û hemû filistîniyan û umeta Îslamî û got:

Îro nefreta  ji Rejîma Siyonîst di nav hemû xelkê  bi  bawerî û zaravayên cuda de pir zêde bûye û ger çi Rejîma hov a Siyonîstî di salên  heyata xwe ya rezîlane de hertim hemû qanûnên  navneteweyî  û pirensîpên mirovî binpê kiriye, lê  cinayeta bombebarankirina xelkê bê berevan û birîndarên ku  penaha xwe biribûn nexweşxaneyê wek xaleke werçerxanê di karnama reş a vê rejîmê de tê hesabê.

Serokê Komara îslamî ya Îranê got: Îro gelê cîhanê  ​​ji rayedarên welatan, kesên xwedî bandor û hemû rêxistin û cinvakên navnetewî bi taybetî welat û civatên Erebî û Îslamî daxwaz dikin ku li hember hovîtî û cinayetên Rejîam siyonîst  derheq zarok û jinên bêberevan û  bêguneh bi awayekî bi bandor bikevin dewrê. 

Cinayetên Rejîma Siyonîst di rojên derbasbûyî de êvara sêşemiyê  gihêşt asta xwe ya her blind û bi sedan filistînî li nexweşxaneya El-Muemdanî li navenda Qezeyê ketin ber êrişên siyonîstan û di encama  vê cinayetê zêde ji 500 filistînî yên bêguneh, gelek ji wan jin û zarok bûn, şehîd bûn.

 

 

 

Serepeyv