Cotmeh 17, 2023 18:33 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Siyasetên Amerîkayê hokareke girîng di dewama cenga Xezeyê da ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê siyasetên neavaker ên Amerîkayê û handana Rejîma Siyonîst ji aliyê Waşîngtonê va ji bo pêkanîna êrîşên zêdetir li dijî welatiyên sivîl li Xezeyê wek hokareke girîng di dewam û berfirehbûna cengê zanî.

Hisên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê di gotûbêja telefonî digel Josep Borrell Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê da got: Mixabin rojê ji sêsed heta heft sed welatiyên sivîl li Xezeyê şehîd dibin û li gorî dorpêçkirina Xezeyê û girêdayîbûna korîdora mirovdostane, îmkana şandina derman û xwarekê ji bo niştecihên Xezeyê tineye.

Wî her wiha got: Dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî xelkê mezlûm ê Filistînê di halekî da ye ku lidarxistina xwenîşandanên berfireh li cîhanê ji bo şermezarkirina kiryar û cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî xelkê sivîl û jin û zarokan li Xezeyê tê dîtin.

Josep Borrell jî got: Berfirehbûna kêşeyan li navçeyê gellekî xeternak e û pêwîst e ku hemî alî ser hemdê xwe bin.

Wî bigotina vêya ku Yekitîya Ewropayê hewldanên ji bo rawestandina cengê didomîne, got: Yekitîya Ewropayê tekeziyê li ser vekirina korîdora însandostane ji bo alîkariya bo welatiyên sivîl li Xezeyê dike.

Josep Borrell her wiha tekezî li ser rola girîng a Îranê di kêmkirina kêşeyan li navçeyê da kir û amaje bi çareserkirina mijarên konsûlî navbera Îranê û Yekitîya Ewropayê kir.

 

Serepeyv