Emîr Ebdullahiyan: Ger tevkujiya li Qezeyê neyê rawestandin destê hemû aliyan dê li ser tetikê be
Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê teqez kir ku heke destdirêjî û kuştina jin û zarokan li Qezeyê neyê rawestandin, dê destê hemû aliyan li navçê li ser tetikê be.
Wezîrê karên derve yê Îranê piştî sefera çar welatên Iraq, Lubnan, Sûriye û Qeterê got:
Berxwedana Filistînê îmkanata pêwîst ji bo dayîna bersiva cinayetên Rêjîma Siyonîst heye, lê Rejîma Israîlê ji ber lawaziya xwe li meydana şer, dest bi kuştina jin û zarokan û xelkê sivîl kiriye.
Emîr Ebdullahiyan herwiha got: Komara Îslamî ya Îranê bona berevaniya ji mafên gelê Filistînê, ewlehiya navçê û şermezarkirina cinayteên cengê yên Rejîam Siyonîst dê bi awayekî çalakane beşdarî civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî bibe.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: Rewşa navçê mîna barûtê ye, her her sietekê hitmala teqîneke mezin heye û dê kontrol ji destê hemû aliyan derkeve.
Emîr Ebdullahiyan diyar kir: Di van hevdîtinan de, me hişyariyeke cidî daye aliyê Amerîkayê ku hûn nikarin hem ji berxwedanê û hem jî ji welatên din bixwezin ku ser hemdê xwe bin û him jî behsa berfirehnebûna şêr bikin, lê hûn bi xwe li kêleka rejîma hilweşiyayî ya Îsraîlê rawestin û bixwezin hilweşyana siyasî û ewlehî, navneteweyî û leşkerî ya Rejîam siyonîst bi piştgiriya xwe ya yekalî ji vê rejîmê bicebirînin.