Emîr Ebdullahiyan di hevdîtina nûnerê taybet ê NY de: Derfeta çareseriya siyasî hindik e
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di civîna nûnerê taybet ê NY li operasyona aşitiyê li rojavaya Asiyayê teqez kir: Îro derfeta çareserîya sîyasî heye û sibê jî êdî dereng e.
Tûr Winsland Hewahengkerê taybet ê NY di Demajoya Aştiyê ya Rojavayê Asiyayê de, îro Şemiyê, bi amadebûna li balyozxaneya Îranê li Beyrûtê, bi Huseyn Emîr Ebdulahiyan, Wezîrê karên Derve yê Îranê re hevdîtin pêk anî û dawîn rewşa Filistînê û çawaniya alîkariya bo xelkê Gazayê hilkoland.
Wezîrê karên derve yê Îranê, di vê hevdîtinê de, li ser peywendiyên telefonî yên çend rojan berî niha bi Antonyo Gotêrêş, sekreterê giştî yê NY re, got: Tişta ku komên berxwedanê kirin, encama tundrêtiya Netanyahu, Serokwezîrê tundrê yê Rêjîma Siyonîst bû, niha jî Amerîka şîretan li giştan dike ku ser hemdê xwe bin lê bi xwe li kêleka Rejîma Siyonîst sekiniye.