Cotmeh 11, 2023 07:57 Asia/Tehran
  • Gotûbêja telefonî ya Emîr Ebdullahiyan bi hevtayên xwe yên rûsî, Kuweytî û misrî re derbarê alûgurên li Filistînê

Husêyn Emîr Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê sêşemiyê sêşemiyê şevê bi Sêrgêyî Lavrov Wezîrê karên derve yê Rûsiyê, Ebdulla Cabir El-Sabah, Wezîrê karên derve yê Kuweytê û Samih Şukrî, Wezîrê karên derve yê Misrê, derbarê alûgurên li Filistînê gotûbêj kirin.

Husêyn Amirebdullahiyan li peywendiya telefonî bi hevtayê xwe yê Rûsiyê re  bal kişand ser cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî gelê Filistînê di mehên derbasbûyî de û diyar kir: Tişta ku li erdên Filistînê diqewime, bertekek e li himber  tundrewiya Netanyahu  û ew zilm û neheqiya ku li gelê Filistînê hatiye kirin. Wî bal kişand  ser kiryarên hovane û dijmirovî yên Rejîma Siyonîst ya derheq qutkirina av û elektrîkê û nehiştina gihandina xwrain û dermanan ji bo xelkê Gezeyê û teqez kir:

Rejîma dagîrker  bi van kiryarên xwe  li dû tevkuşjiya gelê berxwedêrê  Gazayê ye. 

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê tevî şermezarkirina kiryarên Rejîma Siyonîstî li ser pêwîstiya rawestandina nakokiyan di zûtirîn dem de û ragihandina agirbestê di navbera her du aliyan de pêgirî kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê Husêyn Emîrabdullahiyan  li peywendiya telefonî ya bi  Şêx Selîm Ebdullah El-Cabir El-Sabah wezîrê karên derve yê Kuweytêv re , bal kişand ser berxwedana xwebexş a li hemberî dagîrkeriya Rejîma Siyonîst ser  pêwîstiya hevgirtina welatên îslamî teqez kir.

Divê hikûmetên îslamî li hember şikandina dorpêç û ev cinayeta cengê bertekên cidî nîşan bidin.

Di vê pêwendiya telefonî de wezîrê karên derve yê Kuweytê jî bal kişande ser berevaniya berdewam ji gelê mezlûm yê Filistînê û destnîşan kir:

Tişta ku niha giring e ew e ku hemû alî hewl bidin ku tevî kêmkirina nakokiyan rê li ber berfirehkirina xeleka şer bigirin.

Husêyn Emîrabdollahiyan,Wezîrê karên derve yê Îranê, sêşemiyê şevê  li gotûbêja telefonî tev Samih Şukrî Wezîrê karên derve yê Misrê, li ser girîngtirîn mijarên balkêş ên du welatan bi taybet alûgurên vê dawiyê  li Filistînê gotûbêj kirin.

Emîr Ebdullahiyan amaje bi dorpêçkirina mirovî ya li ser Xezeyê û qutbûna  av, elektrîk, derman û xwarinê ji bo vê navçeyê kir û daxwaz ji welatên îslamî kir ku bilez alîkariya gelê Filistînê li zîvala Gazayê bikin.

Wezîrê Derve yê Misrê jî  Kiryarên Tel Avîvê di bombebarana Gazzeyê û kuştina sivîlan de  şermezar kir  û banga agirbesta lezgîn û rawestandina êrîşan li erdên dagirkirî kir.

 

Serepeyv