Emîr-Ebdullahiyan: Îran bi hemî derfetan amadeyî tevlêbûna BRICS'ê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i342954-emîr_ebdullahiyan_Îran_bi_hemî_derfetan_amadeyî_tevlêbûna_brics'ê_ye
Wezîrê Karên Derve yê Îranê di civîna Îran û BRICS'ê (Brîks) da got: Komara Îslamî ya Îranê di warê enerjî û dabînkirina ewlehiya wê ya mayînde da nirxeke zêdekirî ya girîng ji bo endamên BRICS'ê ye û bi hemî derfetên xwe amadeyî tevlêbûna BRICS'ê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 09, 2023 12:04 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Îran bi hemî derfetan amadeyî tevlêbûna BRICS'ê ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê di civîna Îran û BRICS'ê (Brîks) da got: Komara Îslamî ya Îranê di warê enerjî û dabînkirina ewlehiya wê ya mayînde da nirxeke zêdekirî ya girîng ji bo endamên BRICS'ê ye û bi hemî derfetên xwe amadeyî tevlêbûna BRICS'ê ye.

Hisên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê di axaftina rêûrisma bidawîhatinê ya civîna Îran û BRICS'ê li Tehranê da got: Di vê komcivînê da pêngaveke baş ji bo naskirina qabiliyetên hevkariya Îran û BRICS'ê hat rakirin û hevkariya komî di çarçova BRICS'ê da pêngaveke berbipêş e; daxwaza endamtiya Îranê li BRICS'ê ji ber nêrîna çendalîtîşopiyê ya Îranê ye û em bi hemî derfetên xwe amadeyî tevlêbûna li BRICS'ê ne.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi gotina vêya ku BRICS nîşana hevgirtina rastqîn a aborî û siyasî û xwedan şiyana pêkanîna hêza bandorkirinê di astên cîhanî û navçeyî ye, got: Ev cara yekem e ku pênaseyeke siyasî û aborî ya bihêz û bibandor li cîhana di halê pêşketinê da hatiye avakirin û eger îdeya berfirehkirina BRICS'ê bibe rastî, ev pênase dê hevgirtîtir û cîhanîtir bibe û bêguman avakirina BRICS'ê pêngaveke berbipêş li nav aborên nûdiyarbûyî yên cîhanê ye.

Konfransa Îran û BRICS'ê bi mebesta naskirina derfetên dualî roja Sêşemiyê bi beşdariya rayedarên Wezareta Karên Derve û komeke balyozên derveyî yên li Tehranê hat lidarxistin.

Komara Îslamî ya Îranê, Erebistan, Arjantîn, Imarat, Cezayîr, Misr, Behreyn û Endonezyayê meyla xwe ji bo tevlêbûna BRICS'ê diyar kirine.