Tîrmeh 26, 2023 09:24 Asia/Tehran
  • Kenanî: Têkçûna Rejîma dagirker a siyonîst nêzik e

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê êvara Sêşemiyê tevî sersaxîdana bo malbatên şehîdên Nablusê, got: Têkçûna rejîma sexte, dagirker û terorîst a siyonîst nêzik e.

Di pevçûna roja Sêşemiyê li Nablusê da leşkerên siyonîst sê filistînî şehîd kirin û peytên wan birine şûneke nediyar.

Nasir Kenanî xitabî gel û komên berxwedana Filistînê got: Xwîna paqij a şehîdên we dê xisar nebe û têkçûna rejîma siyonîst a dagirker nêzik e.

Seyid Hesen Nesrullah Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê jî roja Duşemiyê hevdem digel pesendkirina guhertinên dadweriyê li Rejîma Siyonîst, ev roj wek roja herî xerab a vê rejîmê zanî û got: Ev bûyer dê siyonîstan ji nav bibin.

Kabîneya serdest li Rejîma Siyonîst bi piştevaniya nûnerên xwe li Knêsêtê pêşnivîsa Qanûna "Betalkirina Hegera Maqûlbûnê" di çarçova pêşnumaya guhertinên dadweriyê pesend kir.

Ev pêşnivîşs bi 64 dengan hat pesendkirin û Yûav Galant Wezîrê Şêrr ê Rejîma Siyonîst jî dengê erê dayê.

Tê pêşbînîkirin ku di pey pesendkirina vê qanûnê, derketina sermiyan û pisporan zêdetir û qeyran û qelaşa di asta siyasî û artêşa Rejîma Siyonîst da li pêşerojê girantir bibe.

 

Serepeyv