Tîrmeh 08, 2023 16:39 Asia/Tehran
  •  Reyîsî bona jordebirina asta dîploamsiya aborî bi parezemîna Efrîqayê re  dê sefera sê welatên Efrîqî bike

Serokê Komara îslamî ya Îranê ser deweta fermî ya Serokkomarên Kinya, Oganda û Zîmbabwê û bona xurtkirina peywendiyan û berfirehkirina hevkariyan bi welatên dost û hevdeng re, dê roja sêşemiyê sefera sê welatên efrîqî bike.

 Li gorî rapora IRNAyê, merasima pêşewzaiya fermî, hevdîtina dualî ya serokkomaran, lidarxistina  civînên hevpar ên şandên pilebilind ên her du welatan, wajokirina belgeyên hevkariyê û şirovekirina encamên rawêjkariyên fermî di civîna rojnamevaniyê ya hevpar, dê beşek ji bernameyên sefera Seyd Îbrahîm Reyîsî  li sefera welatên Kinya, Oganda û Zîmbabwê ne. 

 Her wiha  Serokê Komara îslamî ya Îranê  bona  nasandina zirûfên aborî û ticarî yên Îran û welatên Efrîqî, dê  hinek civînan bi tacir, çalakên bazirganî û rayedarên  warê aborî yên Îranê û welatên mazûvan  re pêk bîne.

 

Serepeyv