Lidarxistina Êlêkamp-26 ê, meydanek bo geşatî û alûgura aboriya dîcîtal
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i342258-lidarxistina_Êlêkamp_26_ê_meydanek_bo_geşatî_û_alûgura_aboriya_dîcîtal
26'emîn nîşangeha êliktronîk, kampiyûtêr û ticareta iliktronîk, nasiyar bi Êlêkamp bi beşdariya  nêzîkî 500 şîrketên îranî û biyanî û pêşewzaiya seredankeran, bû meydanek bo kesên ku berjewendiyên wan di nava geşatî û alûgura aboriya dîcîtal de hebû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 01, 2023 14:21 Asia/Tehran
  •  Lidarxistina Êlêkamp-26 ê, meydanek bo geşatî û alûgura aboriya dîcîtal

26'emîn nîşangeha êliktronîk, kampiyûtêr û ticareta iliktronîk, nasiyar bi Êlêkamp bi beşdariya  nêzîkî 500 şîrketên îranî û biyanî û pêşewzaiya seredankeran, bû meydanek bo kesên ku berjewendiyên wan di nava geşatî û alûgura aboriya dîcîtal de hebû.

 

Nîşangeha Êlêkapmê her sal bi beşdariya berfireh a karbidestên vî warî û berdengên wan li cihê dayimî yê nîşangehên navneteweyî yê Têhranê tê lidarxistin.

 Nîşangeha Êlêkamp 26 ê ku ji ber belavbûna koronayê nedihat lidarxistin, piştî 4 salan heftiya buhurî hat lidarxistin ku zêdetirî 30 berhemên teknolojîk ên di warên iliktronîk, pêşe, kampiyûtêr, nermalav û  hişkalavê û xizmetguzariyên têkildarî wê, amûrên peywendiyê û kelûpelên deng û wêneyî û kelûpelên muxabioratê û kelûpelên endazegirtinê hat nimandin.

 Di 26 emîn nîşangeha Êlêkampê, nêzîkî 70 mêvan ji welatên Uzbekistan, Fransa, Pakistan, Bosnî, Sûriye, Çîn, Rûsiye, Tirkiye, Ermenistan û Iraqê beşdar bibûn.

 

 

 

نمایشگاه الکامپ