Wajokirina daxûyaniyeke hevpar û 10 belgeyên hevkariyê di navbera Îran û Uzbekistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i342034-wajokirina_daxûyaniyeke_hevpar_û_10_belgeyên_hevkariyê_di_navbera_Îran_û_uzbekistanê
Rayedarên pilebilind ên Îran û Uzbekistanê bi beşdariya serokkomarên her du welatan, daxûyaniyeke hevpar û 10 belgeyên hevkariyê di warên curbicur de wajo kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 18, 2023 13:51 Asia/Tehran
  •  Wajokirina daxûyaniyeke hevpar û 10 belgeyên hevkariyê di navbera Îran û Uzbekistanê

Rayedarên pilebilind ên Îran û Uzbekistanê bi beşdariya serokkomarên her du welatan, daxûyaniyeke hevpar û 10 belgeyên hevkariyê di warên curbicur de wajo kirin.

 Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokkomariyê, rêketinnameya  ticareta tercîhî, veguhestin û tranzîtê, hevkariya di warê dewa û  dermanan, bernameya hevkariyê di warê îstandard û sîgorteyê, hilkolandina  îmkana  avakirina navçeyên azad ên hevpar, bernameya cihanîna  hevkariyê di warê Teknolojiyê û bernama  hevkariya di warê cotkariyê ji wan mêhwerên belgeyên wajokirî di navbera her du welatan bû. 

Şewket Mîr Ziyaêv, Serokkomarê Uzbekistanê ser deweta fermî ya Seyd Îbrahîm Reyîsî , serokê Komara îslamî ya Îranê sefera Têhranê kiriye.